Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaredar Serhat Kadirhan Behsa Rewşa Dawî ya Şirnexê Dike


Bajarê Şirnexê
Bajarê Şirnexê

Ji 14’ê Adarê vir Şirnexê qedexe heye. Operasyonên Şirnexê di 3’ê Heziranê de qedîya û 82 rojan dewam kir.

Serfermandarîya Artêşê di daxuyanîyekê de got ku “508 endamên PKKê hatine kuştin, 39 xendek û 238 barîkat hatine rakirin.”

Dîmenên bajarê Şirnexê, ku di rojên dawî de li ser torên civakî belav dibin, xuya dikin ku bi hezaran xanî û avahî wêran bûne.

Berîya operasyon û qedexê, hejmara navenda bajêr 57 hezar bû, lê niha kesên li bajêr hejmara wan ji pênc hezarî jî nabihore.

Bajarvanê Şirnexê Serhat Kadirhan ji Dengê Amerîka re da zanîn ku bi hezaran rûniştvanên Şirnexê niha di konan de dimînin û bi hezaran malbat jî çûne navçe û bajarên derdorê.

“Li nav 12 taxên bajêr yên wek Bahçelievler, İsmetpaşa, Gazipaşa, Cunhuriyet, Dicle, Yenimahalle xesarên pir mezin hene. Li van taxan bihezaran xanî hatine şewitandin û xirakirin.”

KHF_6_17_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00

XS
SM
MD
LG