Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarê Şirnex Piştî Operasyonan Kavil Bûye


Di 14’ê Adara 2015’an de jiber xendek û barîkatan, qedexa hatin, çûnê li Şirnexê hatibû ragihandin. Dû re operasyonên leşkerî destpê bûbûn û ew di 6’ê Hezîranê de bi dawî hati bûn.

Li gor daxuyanîya serfermandarîya artêşa Tirkîyê, di operasyonan de li navenda Şirnexê ji 505 şervanên Kurd hatibûn kuştin. Lê, qedexa ku di 14’ê Adarê de hatibû îlankirin, piştî 9 mehan, di 14’ê Mijdarê de hat rakirin.

Di dema pevçûn û piştî pevçûn û operasyonan zîyaneke pir mezin li bajêr peyda bû. Ji sedî 70 Şirnexê hat wêran kirin û herwiha nêzî 70 hezar rûniştvan mecbûr man ku malê xwe bihêlin û ji bajêr derkevin.

Roja Duşemê dema rûniştvanên Şirnexê vegerîyan, di cihê bajarê xwe de rastî wêranîyeke mezin hatin ku ev dîmen ji yên şer xirabtir bû.

Runiştvanên taxên İsmetpaşa, Gazipaşa, Dicle, Cunhuriyet, Yeşiltepe, Bahçelievler û Yenimahalle bê mal û xanî li ortê man.

Li heft taxan heta neha 2044 xanî hatine ruxandin û bi giştî hejmara xanîyên ku dê werin xera kirin, ji 6 hezar pirtir in.

Hêjayî bîrxistinê ye ku piştî pevçûn û operasyonan, avahîya şaredarîyê jî hat xerakirin û berî deh rojan, dewletê dest da ser şaredarîya Şirnexê û kayum hat tayin kirin.

Karbidestên dewletê dibêjin ku ewê xanîyên nû bi kompanîya TOKİ bidine çêkirin, lê ev jî proseyek dûr û dirêj e û niha bi hezaran Şirnexî yan li gund û navçeyan yan jî li bajarên derdorê di şert û mercên giran de dijîn.

Şirnex Piştî Qedexeya Neh Mehan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00

XS
SM
MD
LG