Serokê Misirê Abdulfetah Sîsî îro Înê got ku dewleta Filîstînîyan dikare bê leşkerî be û ew dewlet dikare bi ewlekarîya navnetewî were parastin.
Sîsî dîyar kir ku dewleteke wisa ya Filîstînîyan dikare hem jibo xwe hem jibo Îsraîlê garantîyan ava bike.
“Me got ku em jibo dewleteke wisa ya bê leşker hazir in û em dikarin bibêjin ku hêzên NATO yan hêzên Neteweyên Yekbûyî (NY), hêzên Ereb yan jî hêzên Amerîkî dikarin garantîya ewlekarîyê bidin.”
Sîsî ev axaftin li Qahîrê di preskonferansa hevbeş ya bi Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez û Serokwezîrê Belçîka Aleksander De Croo re kir.
Sîsî bal kişand ku çareserîyeke sîyasî ya li gor sînorên 4’ê Hezîrana 1967’an ku dewleteke Filîstînî ya bi payxtexta wê Orşelîma Rojhilat e, bi cîh nehatiye.
Îsraîlê ji dewletên Ereb xwestibû ku piştî operasyonên wan li Gaza wê herêmê kontrol bikin, lê welatên herêmê ew pêşnîyar red kir.
Wezîrê Derve yê Urdunê Ayman Safadî rojên borî li Londênê ji rojnamevanan re gotibû ku dewletên Ereb naxwazin têkevin Gazayê ku piştî operasyonên Îsraîlê wê bibe cîhekî wêran.
Safadî dîyar kir ku ew naxwazin herin Gaza, wek dijmin xuya bikin û qirêjîyên Îsraîlê paqij bikin.
Jêder: Reuters