Medya Misirê ragihand ku serokomarê wî welatî Abdulfettah es-Sîsî jinûve bo serokomarîyê hat hilbijartin.
Ajansa fermî ya Misirê, MENA dîyar kir ku di hilbijartina serokomarîyê de Sîsî 92 ji sedê dengan sitand.
Li Misirê 60 mîlyon hilbijêr heye û ji van tenê 23 mîlyon kes çûn ser sindoqan.
Hilbijartina serokomarîya sê rojan dom kiribû û do Çarşemê bi dawî bûbû.