Lînkên eksesibilîtî

Sîstanî Dijberîya Xwe Hember Referanduma Kurdan Dîyar Dike


Ayetullah Alî Sîstanî

Meleyê navdar yê Îraqî Ayetullah Alî Sîstanî dijberîya xwe ya hember referanduma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê dîyar kir.

Sîstanî got ku ew referendum “hewleke perçekirina Îraqê û damêzrandina dewleteke serbixwe li beşa bakure Îraqê ye.''

Sîstanî cara yekê ye ku piştî referanduma roja Duşemê daxuyanîyekê li ser wê mijarê dide.

Wî di daxuyanîya xe de got ku divê hemî alî bi qanûna bingehîn ya Îraqê pêbend bin û ji gavên yekalî dûr bisekinin.

“Gavên yekalî dê Îraqê ber bi perçebûnê ve bibin û rê li ber reaksîyonên navxweyî û navnetewî vekin ku ew jî bandorên neyênî li ser birayên me Kurd bikin û bibin egera tiştên nedaxwazkirî.”

Sîstanî bang li karbidestên Kurd kir ku vegerin serwerîya qanûna bingehîn ya Îraqê.

XS
SM
MD
LG