Rêberê olî yê Îraqî Ayetullah Alî Sîstanî di xutbeya nîmêja Înê ya vê heftê daxwaz ji hikûmetê kir ku Kurdên Îraqê biparêze.
Sîstanî li bajarê Kerbela ji şoperên xwe re got ku divê hêzên Îraqî li Kerkûk, Duz Xurmatu, Xaneqîn û cîhên din hemwelatîyên Kurd biparêzin.
Hêjayî balkişandinê ye ku ji alîyê rêberên olî ve mudaxeleyên sîyasî ji kêşeyên navxweyî re kêm caran tê kirin.
Sîstanî li ser Şîayên Îraqê, ku niha hikûmeta Îraqê rêve dibin, xwedî hêzeke mezin e.