Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SITE: DAIŞ bi Roketan Êrîşî Keştîyeke Leşkerî ya Misirê Kir


Fotoya ku SITE belav kiriye
Fotoya ku SITE belav kiriye

Gruba SITE ya îstixbaratî îro Pêncşemê radigihîne ku baska rêxistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) ya Misirê dibêje wê êrîşeke roketî hember keştîyeke şer ya Misirî pêk anîye.

Karbidestên Misirî gotibûn ku piştî ku mîlîtanên DAIŞ êrîş biribû ser gemîyeke wan ya leşkerî, agir bi wê ketiye lê ti kes nehatin kuştin.

Hîn wêneyên keştîyê di înternetê de xuya bûn ku dû jê wê gemîyê bilind dibûn.

DAIŞ jî hîn foto weşandin ku çawa muşeka wan li keştîyê xistiye. Lê, rastbûna wan wêneyan ji alîyê jêderên serbixwe ve nehatin piştrast kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, DAIŞ di nav vê mehê de, li Nîvgrava Sinai êrîşeke mezin ya terorîstî li hember artêşa Misirî kiribû û herî kêm 64 leşker kuştibûn.

XS
SM
MD
LG