Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku fikarên wan yên bo sîvîlên li herêmên cengê tên kuştin û yên ji wan herêman direvin, didomin.
NY dîyar kir ku piştî Artêşa Îraqê dest bi operasyona Tilafarê kiriye, bi kêmî ve 30,000 sîvîl, di şertên pir zor de ji wê herêma di destê DAIŞ’ê de revîyane.
Karbidestên NY’ê didin zanîn ku ew hejmar dibe ku di rojên pêş de bilindtir bibe.
Kordînatora Alîkarîya Mirovî ya Îraqê ya NY Lise Grande dîyar kir ku sîvîl, bo ku bigihêjin cîhên kombûnê, di bin germê de bi kêmî ve 10-20 kîlometre demjimêr dimeşin.
‘’Sîvîl gava digihejin navendên kombûnê bêtaqet in û pir tî ne’’ Grande got.
Grande bi berdewamî da zanîn ku ew nizanin çend sîvîl li Tilafarê asê mane, lê heta niha bi kêmî ve 30,000 kes ji wê herêmê derketine.
Grande dîyar kir ku ew hejmar dê zêdetir bibe û ew jî li gor wê amadekarîyên xwe didomînin.