Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dengdana Referanduma Serxwebûna Skotland Berdewam Dike


Dengdana dîrokî li Skotland (Îskoçya) berdewam dike ku gelê Îskoç wê biryarê bidin ku serbixwe bin yan ligel Îngîltere bimînin.

Di referandumê de rejeya beşdarbûnê bilind e û çaverê ye 4.2 mîlyon kes dengê xwe di vê referandumê de bidin

Dengdêrên Skotlandî li seranser welêt, di 2.600 navendên dengdanê de dengê xwe bikar tînin.

Dengdêr ji pirsa “Gelo Îskoçya Serbixwe Be?” re yan bersîva “Erê” yan jî “Na” didin.

Hêjayî gotinê ye Skotland ji 307 salan vir ve ligel Îngîtere di bin yekîtîyê de ye û eger dijbêrên wê yekîtîyê serketî bin, hîngê Îskoçya dibe welatekî serbixwe.

XS
SM
MD
LG