Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Brîtanya Daxwaza Skotlandê ya Referanduma Serxwebûnê Red Dike


Dadgeha Bilind ya Brîtanya daxwaza referandumê ya rêvebirîya Skotlandê bi yekdengî red kir.

Wê dadgehê da zanîn ku li gor Qanûna Bingehîn ya rêvebirîya xweser daye Skotlandê, karên ku parlamana wê revebirîyê dikare bike sînordarkirî ne.

Dadgehê dîyar kir ew rêvebirîya xweser nikare karên Parlamana Brîtanya ya li Londonê bike.

Seroka Rêvebirîya Xweser ya Skotlandê Nicola Sturgeon ji Twitterê dîyar kir ew bi biryara dadgehê xeyalşikestî bûye û lê rêza wê bo dadgehê heye.

Sturgeon da zanîn ku biryara ku nîşan dide ku ew nikarin bêyî Londonê siberoja xwe dîyar bikin daxwaza ser serxwebûnê xurt dike.

Skotlandê di sala 2014’an de referanduma serxwebûnê li dar xistibû, lê 55 ji sedê hilbijêran biryar dabûn ku ew ligel Brîtanya bimînin.

Hikûmeta Brîtanya dijî referandumeke nû ya serxwebûnê disekine.

Karbidestên li desthilata Skotlandê dibêjin ku bi Brexitê re rewişa Brîtanya guherîne û bo wan jinûve mafê referandumê çêbûye.

XS
SM
MD
LG