Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vekolerên Brîtanî li Bersîva Pirsên Ser Jahrkirina Skripal Digerin


Xwaringeha ku Skripal cara dawî lê hatibû dîtin
Xwaringeha ku Skripal cara dawî lê hatibû dîtin

Wezîra Navxweyî ya Brîtanî Amber Rudd îro Çarşemê civîneke awarte ligel komîteya bersîvdanê ya Cobra pêk tîne ku li ser jahrkirina sîxurê dualî yê Rûsî agahîyên herî nû wergire.

Polîsên dijterorê yên Brîtanî lêpirsîna zehîrkirina Sergei Skripal rêve dibin û artêşa wî welatî jî dixebite ku zelal bike gelo ti madeyên kîmyayî hatine xebitandin yan ne.

Skripal û qîza wî, roja Yekşemê li malên wan ya li başûrê Îngîltere hatibûn dîtin û nîşaneyên jahrkirinê li ser bedena wan hatibû dîtin.

Skripal, kolonelê berê ya artêşa Rûsî û ajanek bû û wî qebûl kiribû ku agahîyên derbarê sixurên Rûsî li Ewrupa, dabûn sazîyên îstixbaratî yên Rû û beramber wê jî $100,000 biribû.

Dadgeheke Rûsî li Moskow, di sala 2006'an de 13 sal cezayê zindanê li Skripal birîbû û ew di 2010'an de, wek beşeke peymana pêguherîna ajanên bi Amerîka de, hatibû berdan û ji wê demê heta jahrkirina xwe li Brîtanya dijîya.

XS
SM
MD
LG