Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîxûrê Berê yê Rûsî Skripal ji Nexweşxanê Hate Derxistin


Sergei Skripal (Arşîv)
Sergei Skripal (Arşîv)

Karbidestên Brîtanî ragihand ku sîxûrê berê yê Rûsî Sergei Skripal, ku demeke dirêj li nexweşxanê di rewşa krîtîk de bû, ji nexweşxanê hate derxistin.

Polîsan eşkere nekir ku wan Skripal briye ku derê. Bi heman awayî, rêvebirên nexweşxanê ti hurgilî li ser şûna wî nedan bîragiştî.

Qîza Skripal, Yulia jî meha borî ji nexweşxanê hatibû derxistin û hîngê BBC ragihandibû ku ew ji cîhekî ewle re hatibû veguhastin.

Skripalê 66 salî, berê di îstixbaraya artêşa Rûsî de kolonel bû û wî navê bi deha sîxûrên Rûsî firotibûn Brîtanya.

Ew di 4’ê Adarê de, ligel Yulia li bajarê Salisbury hatibûn jahr kirin û ji pirtir ji du mehan Skripalê li nexweşxanê mabû.

Polîsên Brîtanî gotibû ku Skripalê û Yulia bi gazeke asabê hatine jahr kirin ku cara yekê ji hêla Yekîtîya Sovyetê ve hatibû amade kirin.

Rûsya bi tundî red kiribû ku ti peywendîya wê bi xebitandina gaza jahrîn heye.

Piştî ku ji Şerê Duyê yê Cîhanî vir ve, cara yekê ye ku li parzemîna Ewrupa Novichok hatibû xebitandin.

Hikûmeta Brîtanî Rûsya sûcdar kiribû û welatên Rojavayî pirtir jî 100 dîplomatên Rûsî dersînor kiribûn.

XS
SM
MD
LG