Wezareta Derve ya Slovakya îro Pêncşemê ragihand ku wê dîplomatekî balyozxaneya Rûsî dersînor kiriye.
Wê wezaretê dîyar kir ku ser dersînorkirina dîplomatê Rûsî balyozê Rûsya hatiye vexwendin.
Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Slovakya, dîplomatê Rûsî jiber binpêkirina Peymana Vîyana ya ser peywendîyên dîplomatîk hatiye dersînor kirin.
Karbidestên Slovakya jibo dîplomatê Rûsî ji welêt derkve 48 saet dem dan wî.
Slovakya ji Rûsya xwest ku li gor Peymana Vîyana karên xwe yên li balyozxaneyê bimeşîne.
Wê dewletê ser dersînorkirina dîplomatê Rûsî zêdetir agahî neda.
Jêder: Reuters