Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtiya Ewrupa Soza Endametiyê Neda Şeş Welatên Balkan


Hilcivîna Yekîtiya Ewrupa li Slovenya

Rêberên Yekîtiya Ewrupî hewildan ku şeş welatên Balkanan piştrast bikin ku ew ê di dawiyê de beşdarî bloka bazirganiyê ya YE bibin ger ew standardên wê bicîh bînin, lê rêberan roja Çarşemê îşaretek pêbawer nedan ku dê pêvajoya berfirehkirina Yekîtiya Ewrupî di paşerojek nêzîk de ji nû ve were destpêkirin.

Tevî ku bi salane li ser "perspektîfa Ewrupî" ya Albanya, Bosna, Kosova, Montenegro, Makedonya Bakur û Sirbîstanê diaxivin, berfirehkirina Yekîtiya Ewrupî di pejirandina wan de welatan de rawestiyaye. Albaniya û Makedonyaya Bakur ji bo destpêkirina hevdîtinan krîterên xwe bicîh anîne, lê divê her 27 welat bi yekdengî li hev bikin da ku pêvajo ser bigire.

Civînan rêberên Yekîtîya Ewrupa li Brdo Castle, ku qesreke kelhewarîiya dîrokî ya bi şêweya Ronesansê li Slovenya ye, delîve da ku "piştevaniya bêkêmasî ya ji bo perspektîfa Ewrupî ya Balkanên Rojavayê. " Lê wan tekez li ser derenacaman kirk u dive "Li ser bingeha reformên pêbawer yên ji aliyê hevkaran, şert û mercên dadwer û tund, û prensîba jêhatîbûna xwe," nîşan bidin.

Wan herwiha hewcedariya Yekîtiya Ewrupî "domandina û kûrkirina pêşkeftina xwe, û tezmînata ketina endamên nû,"bide.

Fransa berî du salan îsrar li ser girngiya rastvekirina kar karinê û wergirtina biryara kirbû, berî ku endamên nû wer bigrin.

Serokwezîrê Makedonyaya Bakur, Zoran Zaev, got ku eger sozên Yekîtiya Ewrupayê neyên cîbicîkirin, "xelkê Balkanên Rojavayê dê bêhêvîtiyek mezin hîs bikin ku dê zirarek mezin bide ramana Yekîtî û hevkariya Ewrupî."

Şeş neteweyên li herêma Balkanan li ser rêya endamtiya YE di qonaxên cuda de ne. Montenegro û Sirbistan yên herî pêşkeftî ne, ku sal berê danûstandinên fermî yên ketina di Yekîtiya Ewrupa dabûn destpêkirin. Albanya û Makedonya Bakur li benda vekirina fermî ya danûstandinan in ku bikevin YE, û Kosovo û Bosna berendamên li benda hilbijartinê ne ku diyaloga bo ketina di Yekîtîya ewrupa de bidin destpêkin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG