Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Paşxistina Kongreya Soçî ya li Dor Sûriyê


Tariq Hemo û Ebdulbasit Hemo
Tariq Hemo û Ebdulbasit Hemo

Wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov îro Sêşemê got ew hêvîdar e kongreke navnetewî li dor Sûriyê di demeke nêzîk de li dar keve.

Kongreya bajarê Soçî yê Rûsî ku biryarbû roja 18ê vê mehê bê lidarxistin, ew bo demeke ne diyar hate paşxistin li ser daxwaza Tirkiyê ji Rûsya, li gor peyîvdarê serokatiya Tirkiyê.

Lavrov bi kurtî besha Kongreya Soçî kir û got wî hêvî dikir ku Neteweyên Yekgirtî piştgiriya kongrê bike.

Gelo ti pilan hene ji aliyê civaka navnetewî ve ku kongreke nû piştî Cinêv û Astana lidarxe?

Çima ev kongreyên berê bi ser neketin û çi ne hêvî û nîşanên biserketina her kongreke nû?

Di demekê de, cîhanê behsa têkbirina Daiş dikir û ew wek xema yekem dida nasîn, şikestina Daiş dê çi guhertinê li ser asta siyasî bike ji bo Sûriyê?

Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan vê mijarê gotûbêj dike:

Ebdulbasit Hemo, cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Opozisyona Sûriyê ku li Tirkiyê dimîne û rojnamevan Tariq Hemo ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 11_07_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:23 0:00

XS
SM
MD
LG