Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR Hişyarî Dide ku Torên Veşartî yên DAIŞ’ê Jinûve Aktîf Dibin


Endamên DAIŞê li Reqa (Arşîv)
Endamên DAIŞê li Reqa (Arşîv)

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Înê ragihand ku hucreyên Dewleta Îslamî (DAIŞ) jinûve çalak dibin.

SOHR’ê dîyar kir ku çekdarên DAIŞ’ê li herêmên Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê êrîşan dibe ser navendên leşkerî, jibo maşîneyên leşkerî kemînan datîne.

Li gor ragihandina SOHR’ê, êrîşên DAIŞ’ê di vê demê de ne ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê di vê demê de hewil dide li rojhilata Helebê êrîşên çekdarên Artêşa Netewî ya bi piştgirîya Tirkîyê bisekinîne.

SOHR dide zanîn ku ji serê sala 2025’an vir ve DAIŞ’ê li herêmên Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê, êrîşên çekdarî û peqîn jî di nav de 16 operasyon li dar xistine.

Agahîyên SOHR’ê nîşan didin ku di wan êrîşên DAIŞ’ê de 9 kes hatine kuştin.

Koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengîya Amerîka di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bi HSD’ê re hevkarîyê dike.

Washington dibêje ku HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de hevbendeke girîng e.

XS
SM
MD
LG