Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Duşemê ragihand ku çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Dêrezorê êrîşan li dar dixin.
SOHR’ê dîyar kir ku endamên hucreyên DAIŞ’ê li Ebu Hama ya li rojhilata Dêrezorê êrîş birine ser mala çekdarekî Hêzên Sûrîya Demokratîk.
Ser wê êrîşê ti kuştin û birîndarbûn nehat ragihandin.
Li gor ragihandina SOHR’ê, endamên hucreyeke din ya DAIŞ’ê li Xeşamê êrîş birine ser navendeke DAIŞ’ê.
Derbarê wê êrîşê jî ti kuştin û birîndarbûn nehat ragihandin.
Agahîyên SOHR’ê nîşan didin ku ji serê sala 2025’an vir ve DAIŞ’ê li herêmên HSD’ê 32 êrîş li dar xistine.
Ew agahî raber dikin ku di êrîşan de 12 kes hatine kuştin û ji wan 8 endamên HSD’ê û 4 jî yên DAIŞ’ê ne.
Jêder: SOHR