Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Komkujiyên li Dij Elewiyan de 745 Kes Hatin Kuştin, 530 Jê Sivîl In


Wêneyê (SANA) 8ê Adarê, 2025, leşkerên Sûriya nû li Lazigiyê ya rojavayê Sûriyê
Wêneyê (SANA) 8ê Adarê, 2025, leşkerên Sûriya nû li Lazigiyê ya rojavayê Sûriyê

SHOR dibêje ku zêdebûneke berçav di hejmara kuştiyan de li deverên elewî yên li beravên Sûriyê heye.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan SOHR, îro Şemîyê ragihand ku zêdetir ji 530 sivîlên elewî ji roja Pêncşemê ve ji alîyê hêzên ewlekarî yên Sûrî û girûpên hevalbendên wê ve, di dema operasyonên komkirinê û pevçûnan de bi alîgirên serokê berê Beşar Esed re li rojavayê welêt hatine kuştin.

Çavdêrîyê ragihand ku "532 sivîlên elewî li deverên beravên Sûrî û çiyayên Laziqiyê ji aliyê hêzên ewlekarî û komên hevalbend ve ji roja Pêncşemê ve hatine kuştin".

Bi vê yekê hejmara giştî ya kuştiyan ji destpêka pevçûnên roja Pêncşemê ve heta amadekirina vê raportê gihîşt 745 kesan, di nav de 213 hêzên ewlekarî û çekdarên alîgirên Esed hene, li gorî heman çavkaniyê.

Pevçûnên ku roja Pêncşemê derketin tundtirîn in ji dema ku Esed di 8ê Kanûna Duyan de hate rûxandin.

Tundûtujiya di van rojan de li Sûriyê nîşanek e ji kêşeyên li pêş serokê demkî Ehmed Şera di warê dabînkirina ewlekarîyê de li Sûrîyayê, bi hebûna komên çekdar û komên bi referansên cuda yên cîhadî û Îslamî piştî 13 salan ji şerê wêranker.

Roja Şemiyê, Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê girtina hemû rêyên ku diçin herêma Beravê li rojavayê welat ji bo pêşîgirtina li "binpêkirinên" li dijî sivîlan ragihand, rojekê piştî ku bi dehan sivîl li herêmên ku rûniştvanên mezheb Elewî hatin kuştin, wek SOHR radigihîne.

Ji hejî bîrxistinê ku SOHR di raporteke xwe ya serê sibeya Şemiyê de ragihand bû ku çavkaniyên wan herî kêm 5 komkujîyên li dij pêkhateya Elewî li beravên rojavayê Sûriyê tomar kirine ku pirranî sivîl in.

Jêder: SOHR

XS
SM
MD
LG