Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR Dibêje li Hama Şerên Dijwar Diqewimin


Bajarokê Soran ya navbera Heleb û Hema (Berfanbar 3, 2024)
Bajarokê Soran ya navbera Heleb û Hema (Berfanbar 3, 2024)

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) roja Pencşemê ragihand ku li derdora bajarê Hama di navbera hêzên hikûmeta Sûrî û serhildayên bi pêşengîya komên cîhadî de pevçûnên giran qewimîn.

Şerê li derdora Hama piştî êrîşeke nişkeveyî ya serhildayan qewimî ku di çend rojan de Heleb jî di nav de, beşên mezin yên Sûrîyê control kirine.

Hama ku li navenda Sûrîyê cîh digire, jibo hewildanên artêşê yên bi armanca parastina paytext Şamê girîng e.

SOHR ragihand ku çekdarên serhildêr ji sê alîyan ve bajarê Hama dorpêç kiriye.

" Di navbera serhildayan û hêzên rejîmê de pevçûnên tund pêk hatin, bi taybet li devera Cebel Zeyn el-Abidîn, li bakurê Hama."

Serokê SOHR, Ramî Ebdulrehman got ku hêzên hikûmetê di berxwedaneke xurt de ne û hewil didin pêşveçûna serhildayan rawestînin.

Medya fermî ya Sûrîyê derengîya Çarşemê ji zarê jêderekî leşkerî ragihandibû ku li devera Hema hêzên esmanî yên Rûsî û Sûrîyê, ligel yekîneyên topavêj "êrîşên giran birine ser terorîstan."

SOHR got ku hêzên hikûmetê karwanên leşkerî yên mezin anîne Hama û derdora wê.

"Hêzên rejîmê û çekdarên alîgirê hikûmetê bi pêşengîya karbidestên Rûsî û Îranî kanîbûn êrîşek li bakurê rojavayê Hama pûç bikin," SOHR got.

Serhildayan di 27ê Mijdarê de dest bi êrîşa xwe li bakurê Sûrîyê kiribû, di heman rojê de ku agirbestek di şerê navbera Îsraîl û Hizbullahê de li Lubnana cîran destpê kiribû.

SOHR dibêje ku ji destpêkirina tundîya hefteya borî vir ve li Sûrîyê bi giştî 704 keshatine kuştin ku 110 jî sîvîl in.

Neteweyên Yekbûyî roja Çarşemê gotibû ku 115 hezar kes li seranserî Îdlib û bakurê Helebê jiber şer derbider bûne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG