Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR Dibêje Dora Bendava Tişrînê Ketiye Destê HSD'ê


(arşîv)
(arşîv)

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Duşemê ragihand ku tevahîya dora Bendava Tişrînê ketiye destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê.

SOHR’ê dîyar kir ku HSD û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nebûna dronên Tirkîyê wek fersendekê kar anîye û got ku komên Artêşa Netewî, ku bi piştgirîya Tirkîyê tevdigerin, ji herêmê vekişîne.

Li gor ragihandina SOHR’ê, piştî vekişînê, her du alîyan bi çekên giran, roket û topan êrîş birine ser hevdu.

Jêderên SOHR’ê dîyar dikin ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li gir û gundên li dora Bendava Tîşrînê operasyon meşandine, li gelek enîyan pêşve çûye û piranîya enîyên Artêşa Neteweyî xistiye bin kontrola xwe.

HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de hevbenda serekî ya Amerîka ye û Washington hevkarîya bi HSD’ê re seba şerê dijî DAIŞ’ê girîng dibîne.

Washington dibêje ku operasyonên Tirkîyê yên li bakurê Sûrîyê metirsîyê çêdikin, lê Enqere banga pûçkirina HSD’ê dike û ji Washingtonê dixwaze ku piştgirîya xwe ya jibo şervanên Kurd vekişîne.

Amerîka di rojên borî de ragihand ku li Sûrîyê 2000 leşkerên wê hene û dîyar kir ku ewê piştgirîya xwe ya jibo HSD’ê bidomîne.

Jêder: SOHR, Reuters

XS
SM
MD
LG