Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Îsraîlê îro Pêncşemê êrîş birine ser Quseyrê ya Sûrîyê, ku nêzî sînorê bi Lubnanê re ye û Îsraîl li wirê şerê Hizbullahê dike.
SOHR dîyar kir ku di êrîşên Îsraîlê de 3 kes hatine kuştin, dema ku depoyeke çekan û depoyeke şewitê ya Hîzbullahê li bajarê Quseyrê kiriye armanc.
Ajansa nûçeyan ya dewleta Sûrîyê SANA jî êrîşên Îsraîlê ser li bajarokê Quseyrê piştrast kir.
"Êrîşa Îsraîlê devera Quseyrê li gundewarê başûrê Humsê kir armanc û zaranên madî gihand bajarê pîşesazî û hin taxên sivîlan," SANA got.
Îsraîl bi gelemperî di derbarên êrîşên li Sûrêyê daxuyanî nade, şîrove nake, lê ew bi salan e êrîşê dibe ser cîhên ku ew wek armancên girêdayê Îranê dibîne.
Jêder: AFP