Êrîşa nû ya Îsraîlê ya li dij Sûriyê ku îro Duşemê serê sibê bo ser embarên çek û cebilxaneyan li nêzîkî dîmeşqê pêkhat, 15 kes hatin kuştin û birîndar kirin.
Çavkaniyên Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov (SOHR) ragihandin ku êrîşên esmanî yên Îsraîlê di saetên serê sibeha îro Duşemê de gelek çeper û bingehên leşkerî yên milîtanên ku Îran piştgirîya wan dike li derdora firokxana Dîmeşqê ya Navneteweyî, û derdora El-Keswa li rojavayê Şamê pêkhatin.
SOHR ragihand ku di êrîşa esmanî ya Îsraîlê de 4 leşkerên rejîmê û 2 kesên nasnameya wan nediyar hatin kuştin û 7 leşker jî birîndar bûn. Herweha, êrîşên esmanî depoyên çek û cebilxaneyan li cihên armanckirî wêran kirin.
Çavkaniyekî leşkerî ragihand ku di encama êrîşeke Îsraîlê de li nêzî Dîmeşqa paytext 4 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan ya dewleta Sûriyê SANA got ku di encama êrîşê de "hinek zirarên madî çêbûne" û mûşek bi "hinek cihên li herêmên dewrûberên Şamê" ketine. Lê agahiyên zêdetir neda, got ku berevaniya esmanî ya Sûriyê hin mûşekên Îsraîlê pûç kirine.
Artêşa Îsraîlî red kir ku derbarê bûyerê daxuyanî bide, pirr caran êrîşên bi vî awayî li Sûriyê pêk tên, her tim Îsraîl tê tawanbar kirin, lê Îsraîl bi şêweke fermî wan êrîşan nagire ser xwe.
Çavdîriya Sûrî bo Mafên Mirov, ku şer dişopîne, got ku du şervanên din di êrîşên esmanî de hatin kuştin û endamên grûpeke çekdar bûn ku bi Şamê re ne. Lê Serokê Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdulrehman yekser negot ew herdu çekdar ji kuderê ne.
Şerê navxweyî yê Sûriyê di sala 2011an de dest pê kir. Hêzên çekdar yên Sûriyê piştgiriya leşkerî ji Îran û Rûsyayê û herwiha komên çekdar ji Lubnan, Iraq û heta Afxanistanê werdigire.
Hizbullaha Lubnanî niha herêmeke berfireh li rojhilat, başûr û bakurê Sûriyê kontrol dike, di nav de hin deverên derdora Şamê.
Îsraîl bi salan e êrîşên asmanî li dijî armancên girêdayî Îranê ne li Sûriyê pêk tîne, lê êrîşên esmanî li ser firokexaneyên Sûriyê zêde kirine di hewlekê de ji bo têkbirina zêdebûneke berçav di gihandina pêdiviyên leşkerî ji Îranê bo Sûriyê.
Hin çavkaniyan ji Reutersê re gotîye, di Sibata borî de, êrîşek li di navendekê li Şamê pêkatbû ku hin berpirsên Îranî kom bibûn û kar kirin ji bo pêşxistina mûşek û firokên bê firokevan ku hevalbendên Îranî li Sûriyê xurt bikin.
Jêder: SOHR/Reuters