Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Tirkîyê bi Êrîşa Esmanî li Rojhilata Bakurê Sûrîyê 2 Kes Kuştin


Li herêma Qamîşlo trombîleke ku bûye armanca drona Tirkî (Arşîv)
Li herêma Qamîşlo trombîleke ku bûye armanca drona Tirkî (Arşîv)

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Pêncşemê ragihand ku Tirkîyê bi êrîşa esmanî li rojhilata bakurê Sûrîyê 2 kes kuştine.

SOHR’ê dîyar kir ku êrîşa esmanî li maşîneyeke li herêma di bin kontrola Kurdan de ketiye.

Hîn eşkere nebûye ku kesên hatine kuştin sîvîl in yan endamên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka ne.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan do Çarşemê got ku du êrîşvanên ku dawîya hefteyê li Enqerê bombe peqandine ji Sûrîyê derbazî welêt bûne.

Fîdan dîyar kir ku ewê hemî navendên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) bibin armancên wan yên rêwa.

Berpirsê Navenda Ragihandina YPG’ê Sîyamend Elî îdiayên Fîdan bi tundî red kir û got ku ew kesên ku êrîşa Enqerê kirine ji Rojava derbazî axa Tirkîyê nebûne.

Elî ser daxuyanîya Fîdan nerazîbûna xwe nîşan da û got ku bi eşkereyî armancgirtina sîvîlan tawaneke dijî mirovahîyê ye bang koalîsyona navneteweyî kir ku dijî gef û êrîşan sekna xwe bi zelalî nîşan bikin.

Tirkîye bi 15 Dronan Êrîşî Herêmên Kurdên Sûrîyê Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:50 0:00


Jêder: Reuters, VOA

XS
SM
MD
LG