Çalakvanên li Sûrîyê radigihînin ku jimareke sivîlan û çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ji Dêrezorê derdikevin.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku 2000 kesên ku di nav wan de 300 çekdarên DAIŞ'ê hebûn ji roja Yekşemê vir ve ji herêma Dêrezorê derdikevin.
Koma Dêrezor24 jî, ku ji çalakvanên rikeberîyê pêk hatiye, da zanîn ku ji herêmê bi dehan sivîl ji Dêrezorê koç dikin.
Li gor ragihandina Dêrezor24, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) fermandarekî DAIŞ'ê û parêzvanê wî girtiye.
DAIŞ, ku li herêmeke teng de hatiye dorpêç kirin, bi êrîşên xwekujî hewil dide ku rê li ber pêşdeçûna HSD'ê bigire.