Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Li Deraa 600 Erîşên Esmanî Pêk Hatin


Hêzên Sûrîye û Rûsya li başûrê rojhilatê Sûrîyê, ku di destê serhildayan de ye, êrîşên esmanî li dar xistin.

Piştî danûstandinên di navbera Rûs û serhildayan de bi ser neketin, Şam û Moskow bo bidestxistina bajarokekî girîng ya li herêmê dest bi êrîşên nû kirin.

Rejîma Şamê di 19’ê Hezîranê de li herêma Deraa dest bi operasyonê kiribû û deverên berfireh bi dest xistibûn.

Neteweyên Yekbûyî (NY) dide zanîn ku zêdetirî 330,00 kes ji herêma Deraa derketine û serhilda dîyar dikin bi dehan kes hatine kuştin.

SANA, ku ajansa fermî ya dewletê ye, ragihand ku hêzên Artêşa Sûrîyê piştî pevçûnên giran ketine herêma Saîda.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku dijî Deraa 600 êrîşên esmanî pêk hatine. SOHR’ê dîyar kir ku piştî sitandina Saîda, hêzên Sûrîyê niha 6 kîlometre dûrî Naseeb ya li ber sînorê Urdunê ne.

XS
SM
MD
LG