Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Firokên Tirkîyê li Efrînê Êrîş Birin Ser Mîlîsên Şamê


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku firokên cengê yên Artêşa Tirk, li Efrînê êrîş birine ser hêzên girêdayî hikûmeta Sûrîyê.

SOHR'ê da zanîn ku operasyon li gundekî li bakurê Efrînê pêk hatîye û bi kêmî ve 17 kes hatine kuştin.

Li gor ajansa çavdêrîyê, di nav kuştîyan de 3 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hene.

Kuştîyên din ji hêzên hikûmeta Sûrîyê ne, ku bi navê "Hêzên Gel" tên nasîn û hefteya borî ketibûn Efrînê.

Tirkîyê dabû zanîn ku hêzên mîlîs berî di Efrînê kevin hatine bombebaran kirin û konvoy bi şûnde vegerîye.

XS
SM
MD
LG