Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Tundtûjîya li Gutaya Rojhilat Girantir Dibe


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku li Gutaya Rojhilat di 3 roj de 310 kes hatine kuştin û 1500 kesên din jî birîndar bûne.

Gutaya Rojhilat ji 2012’an vir ve di destê serhildayan de ye. Artêşa Sûrîyê û yekîneyên Rûsya bo Gutaya Rojhilat bistînin di 5’ê Sibatê dest bi operasyonê kirin.

SOHR’ê dîyar kir ku êrîşên li Gutaya Rojhilat roja Sêşemê bi şev kêm bûne û bi berbanga Çarşemê re jinûve gur bûne.

Li Gutaya Rojhilat bi qasî 400,000 kes dijî. Rûsya, Îran û Tirkîyê li Civînên Astana biryar dabû ku Gutaya Rojhilat bikin herêmeke ewle, lê êrîş nesekinîbûn.

XS
SM
MD
LG