Lînkên eksesibilîtî

SOHR: Li Hama ya Sûrî Pêvçûnên Herî Dijwar Diqewimin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) îro Înê ragihand ku li herêma Hama ya Sûrîyê, piştî çend mehan pevçûnên herî gur diqewimin.

SOHR’ê dîyar kir ku di pevçûnan de bi dehan roket hatine avêtin û da zanîn ku kuştî û birîndar hene.

Pevçûn, li dora gundê Maan ya Hama, ku 23 kîlometre ji bajêr dûr e, di navbera serhilda û hêzên hikûmetê de diqewimin.

SOHR’ê da zanîn ku berê hêzên hikûmetê êrîş biriye ser serhildayan, lê medya nêzî Hîzbullahê ya bi piştgirîya hikûmetê jî dîyar kir ku berê serhildayan hewil daye ku êrîşan li dar xîne.

Tahrîr el-Şam jî di nav de, gelek komên Îslamî yên tundrê li wê herêma cengê ne.

Bi lihevkirina Rûsya ya piştgirîya hikûmetê dike û Tirkîye ya hevalbendê serhildayan e, di serê Gulanê de li bakurê Hama agirbest hatibû ragihandin.

Artêşa Sûrî, ji Gulanê vir ve bala xwe li rojhilata Sûrîyê dabû ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê.

XS
SM
MD
LG