Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Leşkerên Sûrî li Hama 22 Çekdar Kuştin


Leşkerên Sûrî li Hama (Arşîv)
Leşkerên Sûrî li Hama (Arşîv)

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku hêzên hikûmetê û serhildayên çekdar li Hama ketine nav şerekî giran.

SOHR dîyar kir ku şerên li gundê Halfaya li Hama yek ji şerên herî dijwar ya vê salê ye û hêzên hikûmetê karîbûn hîn cîhên serhildayan bistînin.

Ajansa dewletê ya Sûrî SANA ragihand ku leşkeran wek bersîvdana êrîşên serhildayan ya ser xaleke wan, kemînek danîn û jimareke mîlîtana kuştin

SOHR da zanîn ku di êrîşê de herî kêm 22 endamên Ceyş el Izza hatin kuştin, bi dehan çekdarên din jî birîndar bûn.

XS
SM
MD
LG