Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Roja Şemî û Yekşemê Dijî Îdlibê Pirtirê 150 Êrîşên Esmanî Pêk Hatin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku rejîma Şamê rojên Şemîyê û Yekşemê dijî Îdlibê êrîşên esmanî li dar xistine.

Li gor SOHR’ê di du roj de pirtirê 150 êrîşên esmanî pêk hatin.

Rêberên Îran, Tirkîyê û Rûsya roja Înê li Tehranê ser çareserîya kêşeya Îdlibê axifîbûn.

Tirkîyê hewil dabû ku rê li ber operasyona Îdlibê bigire, lê ji hevdîtinan ti encam bi dest nexistibû.

Rûsya û Îran, ku piştgirîya hikûmeta Sûrîyê dikin, didin zanîn ku divê Îdlib ji komên serhilda were paqij kirin, lê Tirkîye dîyar dike ku ku ger operasyon pêk were ewê bi sed hezaran kes ber bi Tirkîyê ve koç bikin.

XS
SM
MD
LG