Lînkên eksesibilîtî

SOHR: Koalîsyonê di Mehekê de 225 Sîvîl li Sûrîyê Kuştin


Firokeke Fransa ya ku bo koalîsyona bi pêşengîya Amerîka tê xebitandin

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, di navbera 23’ê Nîsanê û 23’ê Gulanê de, bi êrîşên esmanî li Sûrîyê 355 kes kuştine ku ji wan 225 sîvîl in.

Li gor daneyên ajansa çavdêrîya şerkarî, ji kuştîyan 44 zarok in û 36 jî jin.

SOHR, ku nêzî hêzên opozîsyona Sûrî ye, dîyar kir ku ji destpêka koalîsyona ku di Tebaxa 2014’an de hatibû damezirandin, hejmara sîvîlên kuştî di 30 rojên dawî de giheştîye hejmara herî zêde.

Serokê SOHR’ê Ramî Abdulrahman ji AFP’ê re da zanîn ku bi awayekî pir zêde hejmara sîvîlên ku bi êrîşên esmanî têne kuştin bilind dibe.

SOHR’ê ragihandibû ku di navbera 23’ê Sibatê û 23’ê Adarê de jî 220 sîvîl hatine kuştin ku ew jî bo mehên borî hejmara herî bilind ya sîvîlîn kuştî bû.

Her du mehên ku sîvîl herî zêde hatine kuştin li dewra Serokê Amerîka Donald Trump rast tê. Trump, di kempeyna xwe de gotibû ku ewê DAIŞ’ê tavilê biqedîne û piştî bûbû serok jî jibo çêkirina planên nû bo qedandina DAIŞ’ê ferman dabû.

Li gor raporên SOHR’ê ji Tebaxa 2014’an vir ve 481 sîvîl bi êrîşên koalîsyonê hatine kuştin ku ji wan 319 zarok in.

XS
SM
MD
LG