Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Şerê Sûrîyê de Hejmara Kuştîyan 340,000 Derbaz Kir


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku ji Adara 2011’an, ku şerê navxweyî ya Sûrîyê wê demê destpê kiribû, heta serê Mijdara 2017’an 343,5111 Sûrî jîyana xwe ji dest da.

Ji kesên jîyana xwe ji dest dane 102,618 kes sîvîl in. Ji wan sîvîlan 19,000 zarok in û 12,000 jî jin in.

Di pevçûnan de ji Artêşa Sûrîyê û komên ku piştgirîya wê dikin 119,000 kes hatin kuştin.

SOHR’ê dîyar kir ku ji rikeberîyê 59,000 çekdar hatine kuştin. Ajansa çavdêrîyê, komên Îslamî û Hêzên Sûrîyê Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka ji rikeberîyê hesibandin.

Di çar mehên dawî de li seranserê Sûrîyê 12,000 kes jîyana xwe ji dest dan û ji wan 3001 kes sîvîl in.

SOHR raporên xwe bi agahîyên ku ji komên çekdar yên Sûrîyên, karmendên saxlemîyê, hêzên nêzî rêjîmê û aktîvîstan distîne, amade dike.

XS
SM
MD
LG