Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Êrîşeke Esmanî de 57 Kes li Mayadenê Hatin Kuştin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku li Mayaden ya Sûrîye, di êrîşeke esmanî ya li ser avahîyeke ku DAIŞ wek girtîgeh bi kar tîne de, bi kêmî ve 57 kes hatine kuştin.

SOHR’ê dîyar kir ku êrîş pêr Duşemê, serê sibê li dar ketîye û kesên di êrîşê de hatine kuştin sîvîlên ku DAIŞ’ê dîl girtine ne.

Ajansa çavdêrîyê ya navend li Londonê da zanîn ku ji xencî sîvîlan, hin endamên DAIŞ’ê yên ku rêxistina tundrê ew jiber sûcan hepis kirine jî, di êrîşa esmanî de hatine kuştin.

SOHR’ê dîyar kir ku ji kuştîyan 11 endamên DAIŞ’ê û 4 jî gardîyan in.

Karbidestên SOHR’ê dibêjin ku guman heye ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka êrîş li dar xistîye. Hêzên koalîsyonê dîyar kir ku roja Yekşem û Duşemê êrîş birîye ser enîyên DAIŞ'ê.

Koalîsyonê dîyar kir ku jibo ku sîvîl neyên kuştin ew bi baldarî êrîşên esmanî li dar dixe.

XS
SM
MD
LG