Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: 39,000 Kes Îsal li Sûrîyê Hatin Kuştin


Gutaya Rojhilat, Şam
Gutaya Rojhilat, Şam

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di sala 2017’an de li Sûrîyê bi qasî 39,000 kes hatine kuştin. Ajansa çavdêrîyê da zanîn ku bi qasî ribê temamê kuştîyan sivîl in.

SOHR’ê dîyar kir ku di cengê de zêdetirî 2100 zarok hatine kuştin.

Li gor daneyên SOHR’ê îsal li gor par û pêrar hejmara kuştîyan daketîye. Di sala 2016’an de li Sûrîyê bi qasî 46,000 kes û di sala 2015’an de jî 55,000 kes hatibûn kuştin.

SOHR’ê dîyar kir ku di sala 2017’an de 3000 leşkerên Artêşa Sûrîyê û piranîya wan endamên DAIŞ’ê 7500 çekdar hatine kuştin.

Şerê navxweyî yê Sûrîyê ji 2011’an vir ve didome û tê texmîn kirin ku heta ninha 500,000 kes hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG