Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Artêşa Tirkîyê 31 Leşkerên Sûrîyê Kuştin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Artêşa Tirkîyê li Îdlibê 27 leşkerên Sûrîyê kuştine.

SOHR’ê dîyar kir ku Artêşa Tirkîyê êrîş bi firokên bêmirov û topan birine ser enîyên Artêşa Sûrîyê yên li başûr û rojhilata Îdlibê.

Li gor daneyên SOHR’ê 4 leşkerên din yên Artêşa Sûrîyê jî di êrîşên li hêla Helebê de hatine kuştin.

Karbidestên Tirkîyê do Înê dîyar kiribûn ku di pevçûnên li Îdlibê de 33 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Artêşa Sûrîyê bi piştgirîya Rûsya hewil dide ku Îdlib ya di destê serhildayan de bistîne û li alîyê din Tirkîye piştgirîya serhildayan dike.

XS
SM
MD
LG