Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ramî Abdulhraman: Piştî ku Tirkîyê Dest Danî Ser Efrînê, 350 Hezar Kurd Derbider Bûn


Zarokên Efrînî yên penaber daxwaza vegera malên xwe dkin
Zarokên Efrînî yên penaber daxwaza vegera malên xwe dkin

Serokê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR), Ramî Abdullrahman di hevpeyvîneke televîzyona Erebistana Saudî de ser rewşa Efrînê agahîyên girtîng dan.

Abdullrahman got ku piştî ku Tirkîyê û komên çekdar yên bin kontrola wê, dest danîn ser Efrînê, 350 hezar Kurdên wê herêmê neçar man ku cîh û warên xwe biterkînin.

Wî got ku Tirkîye bi awayekî plankirî demografîya herêmê diguherîne û rûniştvanên xwecîhî mecbur dike ku herin kampên penaberan.

“Li herêma Efrênê reftarên xirab yên wek kuştin, revandin, êşkence berfireh e heta niha 384 sivîl ji alîyê artêşa Tirk û komên çekdar ve hatine kuştin. Ji wan kesên kuştî, 55 zarok, 36 ji jin in.”

Abdullrahman bi berdewamî got ku rûniştvanên Efrînê te neçar kirin ku mal û mulkên xwe, bê razîbûna xwe, bi nirxekî erzan bifiroşin.

Berpirsê SOHR’ê herwiha da zanîn ku dadgehên nefermî û neqanûnî ku ji kesên ne pispor pêk tên, bi hecêta endambûna YPG’ê, mirovan ceza dikin.

XS
SM
MD
LG