Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AFP: Di Şerên Giran de Dehan Çekdarên Tundrê ji Alîyê YPG Hatin Kuştin


Ajansa AFP ji zarê Çavdêrîya Sûrî ya jobo Mafên Mirovan (SOHR) radigihîne ku herî kêm 66 kes îro Pêncşemê di şerên nîzîkî sînorê Tirkîyê de hatin kuştin.

Şerên giran şeva Çarşemê qewimîn, dema komên tundrê dixwest bajarokê Til Rifat ya bin kontrola Kurdan derxînin.

Li gor SOHR 53 çekdarên grubên tundrê hatin kuştin, 11 jî şervanên Hêzên Sûrîya Demorkatîk (HSD) jîyana xwe hinda kirin.

Dîrektorê SOHR Rami Abdel Rahman ji AFP re gotiye ku serhildayan di şerê xwe yê dijî Kurdan ya despêbûna şerê navxweyî vir ve, hejmara herî pir ya hindahîyan ya di wî şerî de çêbûye.

Rahman da zanîn ku Kurd termên çekdarên kuştî, jibo ku gel bibîne, li Efrînê digerandin.

XS
SM
MD
LG