Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê 2500 Leşker Bin Şertên Gumanbar Mirine, Malbat Ronkirinê Dixwazin


Komela Maxdur û Mirînên Gumanbar (Şüpheli Ölümler Ve Mağdur Aileler Derneği) li parlamanê serdana Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) kir û jibo ronîkirina mirina leşkeran ji HDP’ê alîkarî xwest.

Serokê Gruba HDP’ê Ayhan Bîlgen û parlamanterê HDP’ê yê Agirî Abdullah Koç pêşwazîya malbat û rêvebirên komela mexduran kir.

Serokê Komela Maxdur û Mirînên Gumanbar, Oktay Can ji parlementerên HDP’ê alîkarî xwest û got ku bila HDP dest bide vê pirsgirêkê û ev mirinên bi guman zelal bin.

Ser vê serdanê, parlamanter Koç ji Dengê Amerîka re got ku heta ji wan were, ewê alîkarîya malbata bikin.

“Bi tenê alîkarîya me ev mirinên bi şik zelal nabin. Pêwîstî bi partîyên din jî heye, heke partîyên din yên parlamanê jî dest bavêjin vê mijarê, pir tişt dê werin zelal kirin.”

Koç got ku ew daxwazên wan malbatan mafekî mirovî dibînin û divê dewlet û desthilata AKP'ê vê kêşeyê zelal bike.

“Di mirina leşkeran de gelek tiştên ne dîyar hene. Li gor ku malbata ji me re got, hin kes di nobedarîyê de mirine, hin kes tenê 2 roj berî dawîbûna leşkerîyê, xwe kuştine. Bi vî awayî 2500 leşker di nav deh salan de, di bin mercên guman de jîyanên xwe ji dest dane.”

Koç bang li karbidestên dewletê kir ku rewşa wan leşkerên ku bi şik mirine, dîyar bike û ew jî wek HDP amade ne ku alîkarî bidin.

ED_10_23_2018_Mirina_Leskeran
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:35 0:00

XS
SM
MD
LG