Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Somalî di Êrîşeke Xwekujî de Herî Kêm 29 Kes Hatin Kuştin


Li Mogadîşu ya paytexta Somalî, di êrîşeke xwekujî de bi kêmî ve 29 kes hatin kuştin û 80 kesên din jî birîndar bûn.

Polîsan ragihand ku piştî peqandina maşîneyeke li pêş Otela Maka El-Mukarama, di navbera polîsan û hin çekdarên li wê herêmê pevçûn çêbûyê.

Jêderên herêmî dîyar dikin ku El Şebab ya girêdayî El Qaydê êrîş li dar xistîye.

Karbidestekî ewlekarîyê ji Reutersê re da zanîn ku pevçûnên di navbera polîs û çekdarên din de didomin û dibe ku hejmara kuştîyan zêdetir bibe.

XS
SM
MD
LG