Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bexda Gefa Toleyan li Dijî Bikirên Nefta Herema Kurdistanê Dike


Zevîya petrolê ya Tawke ya li Kurdistanê (Arşîv)
Zevîya petrolê ya Tawke ya li Kurdistanê (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Pencşemê ragihand ku kompanîya bazirganîya petrolê ya dewleta Îraqê SOMO bikirên nefta xaw ya Herema Kurdistanê bi toleyên qanûnî tehdît kiriye.

Reutersê dîyar kir ku ew vê nûçeyê li ser dîtina nameyeke ku roja 23’ê Tebaxê hatiye nivîsîn, radigihîne.

Di nameya ku ji hêla SOMO ve hatiye şandin wiha tê gotin:

"Jibo rêgirtina li ber kirîna berhemên neqanûnî yên ji Îraqê- Herema Kurdistanê jî di nav de, wê dijî tevahîya alîyên têkildar, tedbîrên qanûnî werin xebitandin."

Ev nameya SOMO, gava dawî ya gavên wezareta petrola Îraqê ye, bo kontrolkirina dahata petrola herêma Kurdistanê.

Dadgeha Bilind ya Federal ya Îraqê di meha Sibatê bi biryarekî navendên qanûnî yên pişesazîya petrol û gaza Herêma Kurdistanê wek nedestûrî qebûl kiribû.

Dadgehê bi vê biryarê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ferz kir ku ser peymanên derfirotina petrol û gazê Wezareta Petrolê û Sazîya Kontrola Darayî agahdar bike û dahata petrola ku ji herêmê tê derfirotin radestî hikûmeta navendî bike.

Dadgehê herwiha ji karbidestên Herêma Kurdistanê xwest ku daxwazên ser derfirotina nefta xav demûdest radest bikin. lê Kurd cîhanîna vê biryarê red dikin.

Di nameya SOMO’yê de bi berdewamî wiha tê gotin:

"Wezareta petrolê ya Îraqê ya federal û SOMO wek kompanîya wê, di wergirtina tevahîya tedbîrên qanûnî mafdar in; dijî her firoşkar yan bikirek ku petrola xaw yan qaçax ya Îraqê barkirî ye, "

KRG red kiriye ku ser nameya SOMO ji Reutersê daxuyanî bide yan şîrove bike.

Îraqê bi armanca bicîhkirina biryara dadgeha federal ya meha Sibatê heya niha gelek gav avêtine:

Wê dijî hejmareke kompanîyên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin li dadgehên bazirganî doz vekiriye.

Îraqê herwiha siyaseteke nû dîyar kir ku ewê kompanîyên li zevîyên petrol kar dikin bixe lîsta reş, ger ew ji Herêma Kurdistanê venekişin.

Reutersê ji zarê çen jêderan ragihand ku Îraqê herî dawî kompanîyên Weatherford International û OIL SERV ya Dubaî jî kiriye nava vê lîsta reş, jiber ku ew ji Herêma Kurdistanê venekişîne.

Lê, her du kompanîyan jî red kiriye bi Reutersê re ser mijarê biaxifin.

XS
SM
MD
LG