Rêxistina SOS Mediterranee roja Înê got ku keştiya rizgarkirinê ya Ocean Viking di du rojên dawî de 438 koçberên asêmayî li Derya Spî rizgar kirine.
Rêxistina sivîl a ku navenda wê li Fransayê ye got ku rizgarkirin li avên navneteweyî yên li peravên Lîbya û Tûnisê pêk hatin.
Roja Pêncşemê, rêxistinê got ku wê "272 kes" ji 23 neteweyên cuda ji sê keştiyan li navenda Deryaya Spî rizgar kirin, ku dergehê herî metirsîdar ê cîhanê ye ji bo koçberan.
Di nav kesên hatin rizgarkirin de "32 nûgihiştîyên bêkes, neh zarok û pênc kesên kêmendam" hene, rêxistina ku navenda wê li Marsîlya, li ser Deryaya Spî ya Fransî ye, got.
Piştre, roja Înê wê got ku wê 166 kesên din rizgar kirin dema ku "çûn alîkarîya hejmareke qeyikên di tengasîyê de".
Koçber "bi hevrêziya li gel pasewanên peravê yên Îtalî li devera lêgerîn û rizgarkirinê di navbera Tûnis û Lampedûsa de" hatin rizgarkirin.
SOS Mediteranee got, bi giştî "438 kesên rizgarkirî niha di keştiyê de ne".
Grûpê got ku keştiya Ocean Viking "ber bi Genova" ve li bakurê Îtalyayê "diçû" ji ber ku rayedarên Îtalî ferman dabû wan ku biçin bendera dûr da ku koçberan deynin.
Li gorî ajansa Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî, îsal herî kêm 2,013 kes mirin an jî winda bûne ku hewl dane Deryaya Spî derbas bikin. Ew ji hejmara wê ya tevahiya sala 2022-an, ku 1,417 bû, bi gelekî bilindtir e.
Di meha Hezîranê de, binavbûna keştiyeke tenê li rojavayê Deryaya Spî bû sedema mirina herî kêm 82 kesan, ku yek ji bûyerên herî kujer ên koçberan li herêmê ye.
Çavkanî: AFP