Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Sê Mûşekên Balîstîk Avêtin


Leşkerê Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur 3 mûşekên balîstîk avêtine rojhilatê derya li nêzî nîvgirava Koreyê.

Ev avêtina herî dawîn in di hejmara ceribandinên mûşekan yên Koreya Bakur de yên îsal, li demekî de ku Pyongyang pêşveçûna çekên xwe didomîne.

Fermandarê hevpar ê artêşa Koreya Başûr got, 3 mûşekên balîstîk Yên menzîl kurt ji herêma Hwanghae Bakur, li başûrê paytext Pyongyangê hatin avêtin.

Wezareta Parastinê ya Japonyayê diyar kir ku her sê mûşek li bilindahiya 100 km firiyane û 350 kîlometran derbazkirin. leşkerê Koreya Başûr ragihand ku wan mûşekan bi qasî 350 kîlometr firîne .

Serokerkanê Hevbeş yê Koreya Başûr got: "Avêtina mûşekên balîstîk yên Koreya Bakur azirandineke ku aştî û aramiya li Nîvgirava Koreyê û herwiha civaka navneteweyî têk dide," Wî her wiha ew wek binpêkirina eşkere ya biryara Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî şermezar kir û daxwaza rawestandina bilez kir.

Ajansa Yonhap a Koreya Başûr got, heta niha, bêyî mûşekên Şemiyê, Koreya Bakur îsal nêzîkî 70 mûşekên balîstîk avêtine, di nav de 8 mûşekên balîstîk ên navparzemînî.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG