Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şeş Rojnamevanên Sûdana Başûr ji ber Belavkirina Vîdyokê Hatin Girtin


Serokê Sûdana Başûr Salva Kiir
Serokê Sûdana Başûr Salva Kiir

Komên mafên medyayê bang li desthilatdarên Sûdana Başûr kir ku 6 rojnamevanên ku ji ber belavkirina vîdyoyekê ku tê digotin Serok Salva Kiir bi xwe de dimîze hatine binçavkirin.

Li gorî Komîteya Parastina Rojnamevanan, pêy wan raportên medyayî û çavkaniyên din ên ku agadarî dozê ne, karmendên Dezgehê Weşanê ya Sûdana Başûr ya ku ji aliyê dewletê ve tê birêvebirin roja Sêşemê ji hêla biryarên Servîsa Asayîşa Nîştîmanî ve hatin girtin.

Komîteya Parastina Rojnamegeran CPJ ya ki ku navenda wê li New Yorkê ye di daxuyaniyekê de derengiya Înê got rojamevan di bin lêpirsînê de ne li ser ewan dîmenên ku di meha Kanûnê de li ser medyaya civakî belav bûn.

Vîdyoyek ku li ser YouTube hatîye belavkirin, nîşan dide ku Kiir bi cil û bergên xwe yên reş di merasîmekê de maddeyek şil lingê wî yê çepê reng dike.

Karbidestek ji SSBC ku ji zarê radyoya serbixwe ya Radyo Tamazuj ve hatî veguheztin got ku dezgehê dîmen belav nekir.

Nûnera CPJê ya Afrîqa ya Sub-Saharan, Muthoki Mumo got çi dema ku karbidest ragihandineke nebaş dibînin ew pena dibene desteserkirina wan.

Mumo got "Divê desthilardar bê şert û merc van şeş karmendên SSBC serbest berdin û piştrast bikin ku ew dikarin bêyî tirsandin an gefa girtinê karên xwe bikin"

Sendîkaya Rojnamegerên Sûdana Başûr jî banga bilezkirina dawîanîna lêpirsînê li ser van şeş kesan kir, û herwiha ew di wê bawerê de ne ku dizanin ka kî gumanbarê belavkirina dîmenan ji raya giştî re.

Kiir yê 71 salî serperiştîya damezrandina Sûdana Başûr wekî neteweyek serbixwe kir piştî ku ew di Tîrmeha 2011an de ji Sûdanê rizgar bû.

Lê welatê herî taze yê cîhanê her ji wê demê ve ji krîzeke ber bi krîzeke din ve çûye, rastî pevçûnên hovane, tevliheviya siyasî, karesatên xwezayî û birçîbûnê hatyeiye.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG