Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu îro Înê ragihand ku hejmara mirîyên erdhejan giheştiye 47,932 kesan.
Soylu dîyar kir ku ji 47,932 mirîyên erdhejê 6,265 kes mirovên bîyanî ne.
Wî bi berdewamî got ku ew hewil didin ku nasnameyên 1619 kesan ronî bikin û jibo termên kesên hinda ji wan re 264 serlêdan hatiye kirin.”
Soylu da zanîn ku hejmara konên ku jibo rizgarbûyên erdhejê 411,000 e û li ber e ku li herêmên erdhejê 300,000 konên din werin vedan.
Wezîr Soylu herwiha got ku jibo mexdûrên erdhejê 15,809 sitargehên konteyner hatine çêkirin û ew plan dikin ku bi giştî 108,000 sitargehên wî rengî ava bikin.
Erdhejên mezin yên Mereşê di 6’ê Sibatê de çêbûbûn û li Tirkîyê li 10 bajarên din jî bandor kiribû.
Hêjayî balkişandinê ye ku heta îro jî li herêma erdhejê bi hezaran lerizîn û erdhejên dûhatî çêdibin.