Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Girjîya Navbera Soylu û Umît Ozdag ya Ser Penaberan Mezin Dibe


Daxuyanîya serokê giştî yê Partîya Serkeftinê Umît Ozdag, Enqere, Tirkîye, 6 Gulan, 2022 (1)
Daxuyanîya serokê giştî yê Partîya Serkeftinê Umît Ozdag, Enqere, Tirkîye, 6 Gulan, 2022 (1)

Nîqaşa ser pirsgirêka penaberan ya di navbera Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu û Serokê Giştî yê Partîya Serketinê (Zafer Partisi) Umît Ozdag de herî dawî îro Înê giheşt astekî alozdar û pevçûneke berbiçav.

Li gor raporta Komela Penaberen ya meha Adara 2022'an, li Tirkîyê 3 mîlyon û 754 hezar û 591 pênaberên Sûrî hene.

Li Tirkîyê jiber hebûna wan penaberan bi taybet jî yên Sûrî di navbera hikûmet û opozîsyonê de demek e dirêj e nîqaşên tund didomin û heman mijar tim dibe sedema alozîyan.

Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag di tevahîya gotar û daxuyanîyên sîyaseta xwe de dijî penaberan, bi taybet jî Sûrîyan dipeyîve û hikûmetê di vî warî de bi tundî rexne dike.

Ozdag dixwaze ku penaberên Sûrî demûdest Tirkîyê biterkînin û wegerin Sûrîyê.

Ozdag jibo ku balê bikşîne ser vî mijarê, fîlmekî dijî penaberan ya bi navê “Dagirkerîya Bêdeng” fînanse kir û Soylu kir armanc.

Wezîr Soylu jî di hevpeyvîneke televîzyonê de ser fîlma Ozdag axifî û got ku bi vî fîlmî dixwazin ku gelê Tirk û pênaberan bînin dijî hevdu.

“Ez wî nakim cîyê mirovan, ew ji ajalan jî kêmtir e. Ew zarokê [George] Soros e, zarokê operasyona dijî Tirkîyê ye, eşkere ye ku ew mirovê îstixbaratê bîyanî ye. Ew bê fedî, ar û edeb e,” Soylu ji Ozdag re got.

Ozdag jî demûdest jî ser Twitterê bersîva soylu da û got ku ewê li avahîya wezaretê li benda soylu be.

“Suleyman, ezê sibê, tena bi serê xwe û bê çêk li pêşîya Wezareta Navxweyî bim. Heke hineke wêrekîya te heye, xwe di pişt polîsên Tirk yê bi rûmet de veneşêre û li benda min be. Kî, kurê çi ye, li wê derê wê hemû gelê Tirk bibîne.”

Serokê giştî yê Partîya Serkeftinê Umît Ozdag, Enqere, Tirkîye, 6 Gulan,2022
Serokê giştî yê Partîya Serkeftinê Umît Ozdag, Enqere, Tirkîye, 6 Gulan,2022

Ozdag xwest ku îro ji pêşîya avahîya Meclîsa Tirkîyê heya ber derê avahîya wezareta navxweyî bimeşe û li wê derê daxuyanîyeke bide, ya ku Suleyman Soylu wezîr e.

Lê, Ozdag li pêşîya Meclîsê ji alîyê polîsan ve hate dorpêçkirin û destur nehat dayîn ku ew bimeşe.

Li ser van qewimandinan, Ozdag di nav dorpêçkirina polîsan de daxuyanîyek da.

“Di derheqa partîya me de komployeke tê ava kirin. Çend roj berê polîsek hat navenda me ya giştî û agahî da me. Kê telefonê kê kiriye, yek yek ji me re got. Di vê komployê de kî yê wê erkê bigire ez fêr bûm. Suleyman, tu kî yî ku ji malbata min re xebaran didî. Tirsonek, were derkeve hemberî min. Di dîroka Tirkîyê de kesê herî sucdar tu yî. Suleyman, yên ku ji te bitirse bila wek te be. Tu kesekî sucdar î. Dema ev karê te bi dawî were, tuyê têkevî zindanê.”

Piştî daxuyanîyên Ozdag, di navbera polîsan û rojnamevan de jî girjeyek çêbû. Polîsan êrîş bir ser rojnamevanan û xwest ku kesekî desteser bikin.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

ED_05_06_2022_Soylu_Ozdag
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:32 0:00
XS
SM
MD
LG