Hikûmeta Îspanî îro Înê ragihand ku gemîyeke bi 200 ton çek û alavên din yên leşkerî giheştiye Polonya ku alîkarîya leşkerî bigehîne Ukraynayê.
Wezareta berevanî ya Îspanî piştrast kir ku keştîya çelhilgi giheştiye Polandê.
Rojnameya El Pais ya Îspanî ji zarê karbidestên Polandî ragihand ku gemî giheştiye bendera Gdynia û ji wê derê bare heyî ji bingeheke li hindurê Ukraynî ya 700 km dûr re were veguhastin.
Serokwezîrîya Îspanî ragihand ku di nava tiştên şandî de 30 qamyon, wesayîtên veguhastina maşîneyên giran, 10 trombîlên biçûktir hene ku çek û sîlahên Îspanî bibin Ukrayneyê.
Îspanya berê jî çek,bebilxane, ambulans û alavên bijîşkî şandibûbûn Ukraynayê.