Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahozeke Magnetîk 40 Satelaytên SpaceX li Esmên Wêran Dike


Wêneyeke arşîvî ji satelayteke Starlink ya kompanîya SpaceX.

Di ecnama bahozeke magnetîk de bi kêmî 40 satelaytên kompanîya SpaceX li valahîya esmên wêran kir.

SpaceX hefteya borî 49 satelayt şandibû qata jêrîn ji esmên wekî beşek ji toreya wê ya înternetê Starlink.

Kompanîyê ragihand ku bahoz bû sedema zêdebûna asta astosferî ku bi rêjeya 50% ji carên berê bêtir bû.

Ev zêdebûn jî zîyan gihand derferta ku satelayt bigihêjin rêka xwe ya dawî li esmên, li gor şîroveyên destpêkî yên SpaceX.

Kompanîya ku mîlyardêrê navdar Elon Musk xwedîyê wê, got ku satelaytên ku nikarin rêka xwe li esmên bigirin, dê bişewitin li vê dema ku dîsa derbazî atmosfera zemînê dibin. Ev yek, li gor SpaceX, tê wê wateyê ku ti bermayên satelaytên wêranbûyî nagihêjin erdê.

SpaceX bi vê projeya Starlink hewil dide ku înterneta ser bingeha satelaytê bigihîne çend cîhan li derdora cîhanê, bi taybet li cîhên dûrdest. Heta niha SpaceX bêtirî 2,000 satelaytên Starlink şandîye esmên û plan dike vê hejmarê duqat bike.

XS
SM
MD
LG