Karbidestên Îspanî îro Çarşemê ragihand ku piştî barana zêde ya roja Sêşemê, ku rê û bajar di bin avê de hiştin, herî kêm 51 kes jiber lehîya ku li herêma Valencia ya rojhilatê Îspanya mirin.
Dîmenên televîzyonê yên ji bajarokê Utiel nîşan didan ku tîmên rizgarkirinê bi beleman, di bin tarîyê de dixebitîn ku kesên asêmayî rizgar bikin û tîmên hawarçûnê hîn jî hewil didan ku xwe bigihînin deverên ku herî zêde ketine bin bandora lehîyê.
Li alîyekî, dema tîmên rizgarkirinê yên xwecîhî pêre nedigihîştin bersîva daxwazên lezgîn bidin, rûniştvanên xembar li xizmên xwe yên hinda digerîyan.
Televîzyona RTVE da zanîn ku di 8 saetan de 491 mm baran barî, ku ji sala 1966an vir ve barana herî zêde ye û hikûmeta Madrîdê hezar leşker şandin deverê ku di hewilên rizgarkirinê de cîh bigirin.
Rêvebirîya awarte bang li hemwelatîyan kir ku ji rêyan dûr bisekinin û bi baldarî agahî û hişyarîyên karbidestan bişopînin.
Sazîya hewayê ya dewletê ya Îspanyayê AEMET li Valenciayê hişyarîya sor îlan kir, li hin herêmên wekî Tûrîs û Utîelê 200 mm baran barî. Meteorologan hişyarî da ku dibe ku di nav germahîya gerdûnî de zêdebûna hewayê zêde bibe.
Hikûmeta Îspanî jibo Valencia, Turis û Utiel hişyarîya sor derxist û pisporan jî hişyar kir ku jiber germbûna gerdpnî di siberojê de rewşên wiha wê bidomin.
Jêder: Reuters