Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Madrîd: Îranê Jina Spanî ya ku ji Dawiya 2022an ve Girtîbû Azad Kir


Wezîrê derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares
Wezîrê derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares

Wezîrê derve yê Spanyayê îro Yekşemê got, Îranê jineke Spanî ya ku ji meha Mijdarê ve li wî welatî girtî bû, azad kir.

Jose Manuel Albares ji rojnamevanan re got, "Ew duh hat azadkirin, lê me nexwest berî ku balafira wê ji Îranê rabe, bi eşkereyî ragihînin."

Wî anî ziman ku ew jin diçe mala xwe li bakurê rojavayê Spanya û got, "Min karî bi wê re biaxivim... ew baş e."

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan (HRANA) ku bingeh li Amerîka ye, wê demê eşkere kir ku jina bi navê Ana Baneira 24 salî bû dema hat girtin.

Rewşa binçavkirina wê ji aliyê rayedarên Îranê ve tu carî nehate piştrastkirin; Lê ev yek di demekê de bû ku welat rastî xwepêşandanan hatibû, piştî mirina jina Kurd Jîna Emînî di nav destê polîs de.

Welatiyekî din ê Spanyayê, hezkerê futbolê Santiago Sanchez Cogedor, ji meha cotmehê ve hat girtin, dema ku dixwest ji bo Cama Cîhanê ya Futbolê biçe Qatarê hat girtin.

Albares, anî ziman ku ew ê dev ji hewldana azadkirina Santiago bernedin û got, "Îro rojeke xweş e, lê kêfxweşiya me dê temam bibe dema ku Santiago jî azad bibe."

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG