Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Mazuvanîya Civîna Ser Çareserîya Krîza Îsraîlî û Filîstînîyan Dike


Wezîrên dewletên Ewrupî û Misilman û berpirsê peywendîyên derve yên Yekîtîya Ewrupa (YE) îro Înê li Madrîd ya paytexta Îspanya ser şerê Îsraîlî û Filîstînîyan civîn.

Karbidestên dewletên Ewrupî û Misilman ser rêkên çareserîya bi du dewletan danûstandin kirin.

Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez ji X’ê ragihand ku ew dixwazin bi hevre gavên berbiçav bavêjin ku alîkarîya çareserîyê bikin.

Sanchez got ku civaka navneteweyî jibo aştîyeke mayînde ya Rojhilata Navîn divê gaveke xurt biavêje.

Wî berî civîna li Wezareta Derve li avahîya xwe ya fermî pêşwazîya beşdaran kir.

Serokwezîrê Filîstînîyan Mihemed Mistefa û wezîrên derve yên Misir, Urdun, Qatar, Erebistana Saudî, Tirkîye, Îspanya, Norwec, Slovenya û serokên Lîga Ereban û Rêxistina Hevkarîya Îslamê tevlî civînê bûn.

Berpirsê peywendîyên derve yên YE’ê Josep Borrell jî beşdarî li civînê kir.

Wezîrê Derve yê Îspanya Jose Manuel Albares di preskonferansekê de dîyar kir ku jibo aştîyeke adil û mayînde ya herêmê rêka tekane çareserîya bi du dewletan e.

Li ser pirseke derbarê nebûna Îsraîlê li civînê Albares got ku Îsraîl hem jiber ne di koma Ewrupî de ye û ne jî di koma danûstandinê ya Ereb-Îslamê de ye nehatiye vexwendin.

Albarast dîyar kir ku ger Îsraîl beşdarîyê li civînên ser çareserîya bi du dewletan bike ewê kêfxweş bibin.

Sanchez ji gurbûna şerê Îsraîlî û Filîstînîyan vir ve yek ji wan Ewrupîyan e ku êrîşên Îsraîlê yên li Gaza bi tundî rexne dike.

Bi rêberîya Sanchez, Îspanya, Îrlanda û Norweçê 28’ê Gulanê ragihand ku ew dewleta Filîstînê ya bi Kerta Gaza û Kenara Rojava nas dike.

Sanchez serê vê mehê ragihand ku ‘’hilcivîna dualî ya Îspanya û Filîstînê’’ wê berî dawîya salê çêbe.

Wî got ku çaverê ye ku di hilcivînê de peymanên hevkarîyê werin îmza kirin.

Îsraîlî û Filîstînî bi dehan sal in pev diçin ku şerê dawî bi êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê re gur bû.

Karbidestên Îsraîlî dibêjin di êrîşên 7’ê Cotmehê de piranîya wan sîvîl 1205 kes hatine kuştin.

Çekdarên Hamasê 251 kes jî dîl girtin ku ji wan 97 hîn jî li Gaza ne.

Îsraîl dibêje ew bawer dike ku ji wan rehîneyan 33 mirine.

Wezareta Saxlemî ya Gaza, ku Hamas bi rêve dibe, dîyar dike ku di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 41,118 kes hatine kuştin.

Ofîsa Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî dibêje piranîya kuştîyan jin û zarok in.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG